12:33:03
Rojava News: Endameka kongreya Amerîkayê li gel serokê rejîma Sûriyê hevdîtinek pêkanî û dibêje ew serokê Sûriyê ye.
Nûnera wîlayeta Hawaî ya li ser lîsteya Demokratan li kongreya Amerîkayê Tulsi Gabbard ji CNNê re ragehand, ku di vê mehê de serdana Şamê kiriye û li gel serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad re civiya ye.
Tulsi Gabbard amaje bi vê yekê kiriye ku her çawa li Beşar Esad binêrên jî ango çawa dibînin ne giringe, lê di rastî de ew serokê Sûriyê ye û ji bo çareseriyek pirsgirêkên Sûriyê pêwîste nêrînên wî jî bên vergirtin.
Herwaha ragehand, ew li gel siyaseta serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama nebûye, ku piştevaniya opozîsyona dijî rejîma Sûriyê dikir.
Herwaha li gor Tulsi Gabbard ti opozîsyoneke Sûriyê nerm nîne û hemû tundin û egerê têkçûna rejîma Sûriyê de rêxistinên tund ên El Qaîde, DAIŞ û grubên wek wan dê bibin desthilatdar li Sûriyê.