Print this page

Esma El-Esed derbarê nexweşiya Beşar El-Esed de daxuyanî da

Rojava News: Hevjîna Serokê Sûriyê da xuyakirin, ku nûçeyên derbarê xerabiya tendirustiya Beşar El-Esed de hatine belavkirin, ne rast in, û ew niha bi awayekî normal karûbarên xwe birêve dibe.

 

Esma El-Esed hevjîna Beşar El-Esed ê Serokê Sûriyê daxuyaniyek bi rêrya torên civakî yên internêtê belav kir û têde derbarê rewşa tendirustiya Esed ê hevjîna xwe hin zanyarî dan.

 

Esma El-Esed ragihand, ku tendirustiya hevjînê wê Beşar Esed başe, û ew nûçeyên ku derbarê xerabiya tendirustita wî de têne belavkirin, ne rast in.

 

Esma El-Esed herwiha ev yek jî anî ziman, ku li ser rûyê erdê gelek tişt li nav Sûriyê hatine guhertin, berovajî hêviyên wan aliyên ku wan nûçeyan belav dikin.

 

Di wê daxuyaniyê de hatiye, ku Beşar El-Esed ê serokê Sûriyê bi awayekî normal û bi tendirustiyeke baş karûbarên serokatiyê birêve dibe.

 

Duh li hin medyayan hatibû belavkirin, ku Beşar El-Esed nexweş ketiye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin. Li gorî wan îdiayên ku hatibûn belavkirin, rewşa tendirustiya Esed nebaş bûye.

 

Herwiha li gorî hin medyayan jî, Beşar El-Esed rastî kirîza mejî bûye û bilez bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin. Lê belê ti aliyekê serbixwe, bi fermî ew zanayrî nedabûne piştrastkirin.

 

Ew daxuyaniya hevjîna Esed, dibe ku ji ber zêdebûn û berbilawbûna nûçeyên derbarê rewşa xirab a tendirustiya Esed de hatibe belavkirin.