11:51:42
Rojava News: Hate eşkerekirin ku terorîstên DAIŞê ji şert û mercên hewayê sûdwergirtine û bi dijwarî êrîşî balafirgeha Dêra Zorê kirine.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji herêmê DAIŞê ji şert û mercên xwezayê ku baran dibare sûdwergirtine û êrîşî balafirgeha Dêra Zorê kirine. Çavkaniyan destnîşan kirin ku terorîstên DAIŞê di êrîşa xwe ya dijwar de erebeyên bombebarkirî jî bikaranîne.
Hate ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê bersiv dane êrîşa DAIŞê û balafirên Sûriyê jî alîkarî dan hêzên xwe.
Îro jî Artêşa Sûriyeyê li devera Ein el Fijayê ku nêzî Şamê ye di newala Baradayê kaniya herî giring ya ava vexwarinê bi hevpeymaneke bi mixalifan bidest xist.