11:59:42
Rojava News: Piştî 6 mehan şer û pevçûn, artêşa Tirkiyê naxwaze derbasî nav bajarê El Bab ê Sûriyê bibe û wisa tê dîtin ku dê gav paşde bavêje.
Artêşa Tirkiyê, ku di çarvçeya operasyona “Mertala Firat” de derbasî nav xaka Sûriyê bûye û heta niha bajarên Cerablus û Dabiqê girtiye, ev demek dirêj e bajarê El Bab ê Sûriyê dorpêç kiriye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha gotibû, emê piştî El Babê berê xwe bidin Minbicê û ji wir jî derbasî Reqayê bibin. Lê Erdogan çend roj berê û dema ji Afrîqayê vedigeriya, daxuyaniyên balkêş da.
Erdogan diyar kir ku hewl didin El Babê rizgar bikin lê nabe hêzên Tirkiyê zêdetir pêşde biçin, ji ber ku ew li wan deran rastî astengiya hêzên rêjîma Sûriyê tên ku YPG wek “maşe” li dijî wan bikar tînin!
YPGê beriya niha ragihandibû ku ew dixwazin êrişî El Babê bikin lê artêşa Tirkiyê nahêle. Amerîka jî bi şertekî rê dabû Tirkiyê êrişî wî bajarî bike ku piştî El Babê êrişî Minbicê neke.
Daxuyaniyên vê dawiyê yên Erdogan nîşan didin ku dê rewş were guhertin û îhtimala wê heye YPG li şûna artêşa Tirkiyê êrişî El Babê bike.
Pisporên siyasî dibêjin, eger Tirkiye ji girtina El Babê poşman bibe û paşde gav bavêje wê çaxê destê YPGê vekirî dibe bo wê operasyonê. Lê heta niha nayê zanîn Tirkiye dê çi bertekekî nîşanî wê yekê bide.