Print this page

Kongreya Cenevê hat paşxistin!

1:56:36 PM

RojavaNews: Nûnerê NY (Netewên Yekbûyî) yê Sûriyê radigehîne ku kongreya Cenevrê ya derbarê krîza Sûriyê de tê paşxistin.

Nûnerê NYê yê Sûriyê Steffan De Mistura ragehand mohlet daye opozîsyonê ku heta 08.02.2017ê şandeya danûstandinan diyar bikin, lê eger rêknekevin li ser navê endamên şandeyê jî ‘’Ez bixwe dê endamên beşdarvan hilbejêrim.’’

Herwaha ragehand, biryar bû kongre di roja 08.02.2017ê de pêkbê, lê ji bo dem dayîna bi opozîsyonê ya amadekariya zêdetir, kongreya Cenevrê ya krîza Sûriyê bo roja 20.02.2017ê re hatiye paşxistin.