11:43:36
Rojava News: Balafirên şer yên Rûsî bi tundî duh piştî nîvê şevê dora bajarê Cisir El-Şixûr li gundewarê Idlibê armenc kir û di encamê de parçeyên mezin ji malên sivîlan wêran kirin.
Di heman mijarî de leşkerên rêxistina Destaya Rizgarkirina Şamê li devera Bab El-Hewa ya nêzîkî sînroê Tirkiyê kom bûn, di dema guman heye ku ew bi niyaz in da ku êrîşî çekdarên Ceyş El-Islam bikin.
Tê zanîn ku Destaya Rizgarkirina Şamê duh êvarî êrîşî navendên Firqet El-Sefew kiribûn, li gundewarê Helebê yê rojava.