23:53:13
Rojava News: Çekdarên DAIŞê cardin bajarokê Bezzah yê bajarê El Bab yê Sûriyê ji destê artêşa Tirkiyê derxistin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, pêr di encama şerekî giran de bajarokê Bezzah yê bajarê El Bab yê Sûriyê ji destê DAIŞê derxistibûn.
Lê li gorî agahiyên Rewangeha Mafên Mirov li Sûriyê, bajarokê Bezzah tenê çend saetan di destê artêşa Tirkiyê de çimkî çekdarên DAIŞê di demek kurt de ew der dîsa girtin.
Zêdetirî 5 mehan e artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di nav Sûriyê de dest bi operasyona “Mertala Firatê” kirine. Ev demek dirêj e artêşa Tirkiyê dora bajarê El Babê, ku di destê DAIŞê de ye, girtiye lê heta niha nekariye derbasî nav bajêr bibe.
Qesta Tirkiyê ji operasyona Mertala Firatê ew e ku nehêle herêmên Efrîn û Kobanî yên Kurdistana Rojava bigihên hev.