00:39:27
Rojava News: Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, li bajarokê Babê piştî şerûpevçûnên 20 rojan rêxistina DAIŞê ji aliyê rejîma Sûriyê û Hêzên Mertala Feratê ve hate dorpêç kirin.
Derbarê pêşhateyên dawî yê şerê Babê, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, di pêşveçûnên xwe de Artêşa Sûriyê karîn rêya sereke ya di navbera bajarê Reqayê û bajarokê Babê ku, tê de alîkarî bo çekdarên DAIŞê dihatin bigre û bi vî awayî çekdarên DAIŞê bi temamî li wî bajarokî hatin dorpêçkirin.
Di 24ê Tebaxa Borî de Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona Mertala Feratê kirbûn, bajarokê Babê ji sala 2014an ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kontirolkirin, niha jî hejmarek ji gondewarên wê jî aliyê Opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê hatine kontirol kirin.
Li gor çavdêrên siyasî dibêjin dibe ku,pêşveçûnên Artêşa Sûriyê ji aliyê başûrê bajarokê Babê û yên Opozîsyona Sûriyê û Hêzên Mertala Feratê yên Tirkiyê ji aliyê bakur wî bajarî bibe sedema şerûpevçûnekê di navbera her dû hêzan de.