Print this page

Artêşa tirk û çekdarên dijbereyê taxên El Babê yên derveyê bajêr bi dest xistin

00:20:01

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest leşkerên artêşa tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) taxên derveyî bajarê El Babê bi dest xistin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de leşkerên artêşa tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) taxên derveyî bajarê El Babê bi dest xistin.

Fermandarê Tuxaya Siltan Murad Ahmed Osman di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku di navbera wan û navenda bajarê El Babê de tenê 20 metro mane.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên ASAyê hatine wergirtin, artêşa tirk û ASA ji bo ku El Babê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxînin şevê din bi 2 hezar leşker û bi çekên giran dest bi operasyonê kir. Operasyon ji sê milan ve hat destpêkirin, balafirên şer bi rêya hewayî û top û hawanan jî ji bejê piştgiriya operasyonê kirin.

Piştî şerê giran ê navbera DAIŞ û artêşa tirk û ASAyê Çiyayê Aqil û Mala Ciwanan ji destê rêxistinê hate deranîn. Artêşê bi destxistina Çiyayê Aqil kete taxên El Babê yên derveyê bajêr.