00:43:15
Rojava News: Şerê li Sûriyê bû sedema ku keresteyên avakirinê yên wekî çemento, hesin, bilok, heqdest, gelekî buha bibin.
Şerê Sûriyê bû sedema wê yekê ku êdî xeld di gov û axurên pez de bijî.
Xelkên akincî û koçberên li devera Çiyayê Şehşebo li gundewarê parêzgeha Hemaya Sûrî gov û axurên pez û dewaran ji xwe re kirine wargeh.
Nîteciyekî devera Çiyayê Şehşebo got: "Em nikar in xaniyekî nû ava bikin. Em niha li Şehşebo ji xwe re gov û axurên pez û dewaran çaksaz dikin, ve li gundê me 5-6 malbatan destpê kiriye. Ji bi xaniyeke nû herî kên milyonek lîre pêwîst e lê ji bo nûkirina axûr û govan axur 500 hezar bes e."
Ji ber hejariyê û bilindbûna nirxên keresteyên avakirinê xelk neçar dibin ku li kevnên xwe vegerin.
Nîteciyekî din ê devera Çiyayê Şehşebo jî dibê: "Tona hesin bi 250 hezarî û kîsê çemento bi 1750 lîreyî ye. Niha yek bilok bi 100 lîreyî ye. Ji ber bilindbûna destheqên necar û avaker û welatî nikarin xaniyekî nû ji xwe re ava bike. Herwiha piraniya keresteyên avakirinê ji Tirkiyê tên."
Şerê li Sûriyê mirov neçar kiriye ku berê xwe bide hemû rêyan da ku jiyana xwe berdewam bike.