9:40:04 AM
RojavaNews: Bo kontrolkirina Reqayê ji destê DAIŞê, Enqerê planeke têr û temam pêşkêşî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kiriye.
Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji televisyona “NTV” re ragihand, guftûgo derbarê çawaniya dariştina plana kontrolkirina Reqayê berdewam e, di 10 rojên borî de jî hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî baş bû.
Li gor plana Tirkiyê, pirsa damezrandina navçeya aram li Sûriyê, ku Tirkiyê di navbera bajarê Ezaz û bajarokê Cerablusê de pêşniyar kiriye, ji karên pêşî yên Enqerê ye.
Di 24ê Tebaxa Borî de artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona Mertala Feratê kiribûn, îro jî derbasî bajarê Babê bûn.