Print this page

HSDê li şerê Dêra Zorê hevrêziyê bi rêjîmê re dike

01:08:26

 

Rojava News: Rojnameya EZ-VISTA ya rûsî diyar dike, ku rêjîma Sûriyê û hêzên Sûriya demokrat HSDê ku Emerîkayê piştevaniya wan dike hevrêziyek li dijî DAIŞê li Dêra Zorê bi dawê kirin, û wê HSDê êrîşî rêxistina DAIŞê li Dêra Zorê bike da ku fişarê li ser bargehên rêjîmê kêm bike.

Li gor rojnameyê , HSDê bi daxwza serkirdayetiya leşkerî ya Sûriyê, êrîşên xwe li bakurê Dêra Zorê bêtir dike û bi piştevaniya balefirên hevpeymaniya navdewletî hin xalên DAIŞê bi dest xistine , û gefeke rasterast li DAIŞê dike.

Di rojnameyê de hat ku ana behsa vekirina dorpêça li ser Dêra Zorê nayê kirin , çimkî HSDê li Reqayê şer dikin .

Herweha di demeke pêştir de ajans a Sputnik tekez kiribû ku Rûsiyayê hevdîtinek di navbera kurd û hikûmeta Sûriyê de li barê avakirina dewletê û asoyên fedraliyê bi rê xistibû.