02:05:50
Rojava News: Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) daxwaz ji Serokê Sûriyê Beşar Esed dike, ku ji bo zanîna rewşa girtiyan deriyên zîndanan veke.
Serokê Programa Rojhelata Navîn û Bakurê Efrîqa ya AMNESTY Philipp Loser got, Beşar Esed hewlda di hevdîtina xwe ya di gel malpera “Yaho News” de rapor û encamên rêxistina wan reş bike û di heman demê de jî dibêje, ew neçûye zîndana Sêdnayayê û ti zanyariyên rasteqîne jî derbarê rewşa girtiyan li wir nedaye.
Loser got, heger li cem Esed tiştekî veşartî tune ye, bila deriyên zîndana Sêdnayayê û tevahiya zîndanan li pêş çavdêrên navdewletî veke.
Herwiha Loser daxwaz ji Rûsyê kir di wê derbarê bi wan re alîkar be.
Berî niha rêxistina AMNESTY raporek belav kiribû û gotibû, hikûmeta Sûriyê bêtir ji 13 hezar kes di zîndana Sêdnayayê de bidarve kirine, ku piraniya wan sivîlin, Serokê Sûriyê Beşar Esed jî ew yek ji aliyê xwe ve red kiribû.
Zîndana Sêdnayayê 30 k.m li bakurê Şama paytext e, AMNESTY di raportekê de belav kir, rêjîma Sûriyê di 5 salan de zêdetirî 13 hezar ji girtiyan tê de bidarve kir.