Print this page

Yûnîsêf: Tevî agirbestê di hefteya bûrî de21 zarok li Sûriyê hatin kustin

11:56:38 AM

RojavaNews: Rêvebirê herêmî yê rêxistina Netewên Yekbûyî ya zarokan Yûnîsêf ragihand ku 30 kes ji nav wan 16 zarok hatin kuştin, di parêzgeha Idlibê ya bakur de, di encma şer û pevçûnên tun di deverê de.

Herweha rêvebirê Herêmî Cêrt Kapîlêr ragihand ku 5 zarokên din li devera Zehraa û Weir jî li Humsê hatin kuştin, û ev bûyer yên herî tund bûn ji destpêka agirbestê.

Kapîklêr doza rawestandina şer li welat kir, û tekez kir ku kuştina zarokan an birîndarkirina wan binpêkirineke mezin ji mafên zarokan re ye, û doza vekirina rê bo gihandina alîkariyên bijîşkî û pêdiviyên mirovî bo zarokan li seranserî welat kir.