01:57:11
Rojava News: Wezareta Parastin a Rûsyayê, dîmênên abîdeya Tetrapylon û şanogeha Roma yê bajarê kevnar ê Palmîrayê ku dîsa rêxistina terorîst a DAIŞê bi dest xist girte kamerayan.
Di vîdyoya ku wezaretê parve kir de hat ragihandin ku dîmên di 5ê Sibatê de hatine girtin. Di dîmênan de tê dîtin ku abîdeya Tetrapylon ku ji 16 stûnan pêk dihat û li ser platformên kevir hatibû rûniştandin bi tevahî hatiye xerakirin û beşa sahne ya şanogeha Romayê jî hatiye tahrîpkirin.
Li gorî agahiyên rayedaran, qamyonên aîdî rêxistina terorîst a DAIŞê li derdora Palmîrayê bi awayekî zêde di nava tevgerê de ne û ev jî tê vê wateyê ku rêxistin ji bo herifandina bajarê kevnare teqemeniyan dikşîne wir.
Bajarê Palmîrayê di Gulana 2015an de ketibû destê DAIŞê, di Adara 2016an de artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê kontrola bajar dîsa bi dest xist, lê rêxistina terorîst di Berfenbara 2016an de kontrola bajêr ji destê hêzên rejime deranî