Print this page

Rûsiya hêvî dike pêwnediyên wê ligel rêveberiya Tramp bihêztir bin

12:16:18 PM

RojavaNews: Wezîrê karê derve yê Rûsiya Sêrgî Lafrov ragihand ku welatê wî hêvî dike ku hevkariyê ligel rêveberiya Amerîkî ya nû bike, di warê şerê terorê de li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve Mîxayîl Bogdanov ragihand ku civînên Estene wê fireh bin, û domand ku kirîza sereke wê agirbesta li Sûriyê be, û bi çavdêriya Rûsiya, Tirkiya, Îran û Urdinê .

Rûsiya bi vê yekê hewlên xwe dide da ku wekheviyekê di rewşa meydanî de çê bike, û rêyên pêwendiyan di nav hêzên Sûrî û ne Sûrî yên xwedî bandore dike.