11:18:28
Rojava News: Artêşa Sûriyeyê û hêzên hevalbend, kontrola qadek xazê ya li nêzî bajarê kevnare Palmîrayê ku di bin kontrola DAIŞê de bû bidestxistin.
Çavkaniyek ji Tûxaya Teyrêbazên Çolê ji Sputnikê re ragihand ku Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya yekîneyên milîsan û unsûrên hewayî kontrola qada xazê ya Hiyanê ku nêzî Palmîrayê ye bidestxistine.
Çavkaniyê destnîşan kir ku gelek wesayîtên bizirx hatine îmxakirin û bi dehan terorîstên DAIŞê hatine kuştin û hin komên terorîst jî ber bi Palmîrayê ve ji paşve vekişiya ne.
Ji aliye din ve çavkaniyek leşkerî yê din ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku yekîneya endezyariya girêdayî Artêşa Sûriyeyê dest bi paqijiya teqemenî û mayinên herêmên ku terorîstên DAIŞê berdana, kirine.
Çavkaniyê eşkere kir ku terorîstên DAIŞê xeta boriyê û tesîsa hilberînê ya li qada xazê ya Hiyanê jî îmxa kirine.
Palmîrayê, DAIŞê di Gulana 2015an de dagirkir, Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêzên hewayî ya Rûsyayê di Adara 2016an de ji DAIŞê standibû. Lê ji nû ve bajêr di Berfanbara 2016an de ket bin kontrola DAIŞê.