Print this page

Yeldirim:me piraniya Babê kontirol kiriye

10:52:59 AM

RojavaNews: Serokwezîrên Tirkiyê Binalî Yeldirim ragihand, ku piraniya bajarê Babê ketiye bin destê hêzên rikberiya Sûriyê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike ,

Yeldirim di kombûneke perlemanterên partiya xwe AKPê de got: Babê bi rêjeyeke mezin kontirol bûye , û arrmanca me qedexeya vekirina kirîdoran di navbera deverên bin destê rêxistinên tundrê û Tirkiyê de.

Lê Nerîngeha sûrî ya mafên mirovan a rikberiyê ku navenda wê li Birîtaniya ye, tekez kir ku kontirolkirina piraniya bajarê Babê ji aliyê Tirkiyê û hêzên Mertala Ferat ve qet ne rast e.

Herweha nerîngehê da zanîn ku hîn şer û pevçûn li hawêr bajarê Babê li aliyên bakur û rojava  di navbera DAIŞê û hêzên rikberiyê bi piştevaniya Tirkiyê berdewam in .