Print this page

DAIŞê bi wesayîta bombekirî êrişî leşkerên Tirkiyê kir

01:01:31

 

Rojava News: Çekdarên DAIŞê îro li herêma Babê ya Helebê bi wesayîta bombekirî êrişî leşkerên artêşa Tirkiyê kirin.

Çekdarên DAIŞê îro li herêma El Babê ya bakurê Sûriyeyê bi wesayîta bombekirî êrişî bargeha leşkerî ya demkî ya leşkerên Tirkiyê kirine û çekdarên Artêşa Sûriya Azad bersiva êrişî dan.

Di encama bûyerê de 2 çekdarên rêxistina DAIŞê yên di hindurê wesayîte li gel 7 çekdarên Artêşa Sûriya Azad mirine.

Hêza Çekdar a Tirkiyê (TSK) ragihand ku çekdarên DAIŞê wesayîta bombekirî êrişî baregeha ya leşkerî ya demkî kirine û piştî êrişî pevçûn derketiye û di encamê de 8 çekdarên xwekuj ên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyê li herêma Babê wesayîta leşkerî qeza kir û di encama qezayê de 5 leşkerên tirk birîndar bûn.

Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê.