02:08:44
Rojava News: Serkirdeyekî milîsên Pasewanên Îranê li Sûriyê, di encama şerûpevçûnan de li taxa El-Minşiyê ya bajarê Derayê hate kuştin.
Derbarê kuştina wî pasewanî de jêderekî ji Encûmena Navxweyî ya bajarê Derayê ji kenala SkyNewsê re ragehand ku, serkirdeyê Îranê yê bi navê Mistefa Zal Necad di di encama şerûpevçûnan de li taxa El-Minşiyê ya bajarê Derayê hate kuştin.
Li gor agahiyên heman jêderî, bajarê Derayê ji encama topbarankirineke tûnd ji aliyê rejîma Sûriyê ve wêranbûye, tekez kir ku, 2 hezar malbat di 48seatên borî de ji bajêr derbiderbûne û ber bi deştên nêzîkî sînorên Urdinê bûne.
Li gor ku, medyayên Îranê radgehînin hejmara çekdarên Îranê yên ku, li Sûriyê hatine kuştin her ku, diçe zêde dibe û heta niha gehiştiye 3 hezar çekdarî.Îran di şerê navxweyî yê wî welatî de piştgiriya rejîma Sûriyê dike.