02:29:10
Rojava News: Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Salim El-Mislit ragehand ku, pêwîste qonaxa veguheztina siyasî li gel rejîmê li Cenêv-4 were gotûbêjkirin û ti rola Esed tê de nebe.
Biryare di 23ê vê mehê de kongreya Cenêv-4 derbarê kirîza Sûriyê de destpêbike derbarê wê kongreyê Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinê yê Opozîsyona Sûriyê Salim El-Mislit ji "Reutersê" re ragehand ku, nabe Serokê rejîmê Beşar Esed di qonaxa veguheztinê û pêşeroja Sûriyê de bimîne.
Elmislit aşkere kir ku, Desteya Bilind a Danûstandinê yê Opozîsyon bernameya civînan û danûstandinan ne wergirtine, da zanîn ku, pêwîste qonaxa veguheztina siyasî li civînên heftiya bê de werin gotûbêjkirin.
Herwiha Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinê yê Opozîsyona Sûriyê Salim El-Mislit amaje bi baceya bilind a qurbaniyê gelê Sûriyê li wî welatî kir û got ku, eger Esed bimîne wê demê baceya qurbaniyan wenda dibe.
Ji aliyeke din ve Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinê yê Opozîsyona Sûriyê Salim El-Mislit tekez kir ku, ew bi bi zûtirîn dem de daxwaza bi dawîbûna êş û azarên gelê Sûriyê dikin.
Biryare di 23ê vê mehê de civînên kongreya Cunêv-4 derbarê kirîza Sûriyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî destpêbikin.