Print this page

Di Babê de Şerekî dijwar di navber artêşa Tirkiyê û DAIŞê de berdewam e

00:15:18

 

Rojava News: Şerê kolan bi kolanan di navbera DAIŞê û artêşa Tirkiyê de di nav bajarê Babê de berdewame, lê gor gotina fermandeyê artêşa Azad a Sûriyê, hêzê wan karîne pêşketineke baş bidestê xwe bixin.

Fermandarê artêşa Azad, Ebû Elî di daxuyaniyekê ji bo ajansa Anadola Tirkî eşkere kir ku wan bi alîkariya artêşa Tirkiyê karîne di nav Babê de pêşketinên baş bixine destê xwe de. 

Wî herwiha behsa vê yekê jî kir ku niha di nav kolanên Babê de şer li gel DAIŞê berdewame û wan karîne çend şûnên stratijîk bixine destê xwe de.

Dı dawiyê de diyar dike ku:”Di wî şerî de rastî nexweşî û astengan dibin ji ber ku DAIŞê gelek bombê danane û herwiha otomobîlên bombekirî bikar dîne lê belê bi alîkariya artêşa Tirkiyê karîne rewşê kontrol bikin.