01:05:45
Rojava News: Artêşa Tirkiyê ragehand ku, operasyona kontrolkirina bajarê Babê ber bi dawiyê ve diçe û da zanîn ku, berevaniya çekdarên DAIŞê li wî bajarî nemaye.
Artêşa Tirkiyê derbaê operasyona "Mertala Feratê" îro, daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, çekdarên opozîsyona Sûriyê pêşve diçin û operasyona kontrolkirina bajarê Babê ber bi dawiyê ve diçe ji ber ku, êdî hêza berevaniya çekdarên DAIŞê nemaye.
Berî niha Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandibû ku, di êrîşên Artêşa Tirkiyê li ser bajarê Babê di 24 demjmêran de 24 hemwelatiyên sivîl hatine kuştin, di nav wan de 11 zarok hebûn, lê Enqere wê yekê red dike.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragehandibû ku, operasyona Mertala Feratê bo parastina ewlehiya sînorên Tirkiyê hatiye pêkanîn.
Di 24ê Mijdara borî de Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi armanca şerê DAIŞê dest bi operasyona Mertala Feraatê kiribûn, heta niha jî gelek navçe kontirolkirine.