Rojava News: Îtîlafa Niştmanî ya Dijbeeya Sûrî pêşbîniya tiştekî nû ji Cenêv 4 nake.
Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Dijbereua Sûrî Enes Ebde, li perawêza Kongreya Ewlekariyê li Munichê, babeta Cenêvê ligel çend kesayetiyan gotûbêj kir.
Enes Ebde ligel şandeyê navdewlatî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jan Mark Ayrolt û Nûnera Payebilind ya Peywendiyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherinî, babeta Cenêv 4 gotûbêj kir.
Ebde tekezî li ser wê yekê kir ku Dijbereya Sûriyê ji bo danûstandinên Cenêv 4 amade ye. Lê nîşan bi wê yekê da ku nayê pêşbînîkirin ti encamên xurt ji danûstandinan derkevin. Ew jî , bi gotina Ebde, vedigere wê yekê ku hikûmeta Sûrî û hevpeymanên wê ji bo çareyeke siyasî ne cidî ne.
Tê pêşbînîkirin ku danûstandinên Cenêvê roja 23ê vê meha Sibatê destpê bikin. Neteweyên Yekbûyî jî ragihandibû ku danûstandin wê li ser destûr û biryara 2254, herwiha li ser sîstema desthilatê bêne kirin.
00:58:24