Print this page

Rêjîm û milîşên wê taxên Deraa topbaran dikin!

 

Rojava News: Hêzên Rêjîma Sûrî îro Yekşemê bi roketên zemîn -zemîn taxên Deraa yên jêrî kontrola Rikberiya Sûrî topbaran kirin.

Herweha hêzên Rêjîmê bi topa giran û avêjokên hawin avahiyên taxa Menşiyê li bajarê Deraa topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.

Di heman mijarî de, şer û pevçûnên giran di nav hêzên Rêjîmê û rikberiyê de li dora taxa Menşiyê  berdewam kirin, di dema balafirên Rûsî li asîmanê deverê firîn.

 

02:15:21