Rojava News: Balafirên şer yên Rûsî bi tundî taxên bajarokê Dêr Hafir li gundewarê Helebê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin.
Di heman mijarî de şer û pevçûn di nav hêzên Rêjîmê û çekdarên DAİŞê de li eniya şerê bajarokê Tadif li gunndewarê Helebê yê rojhelat derketin.
Li aliyeke din şer û pevçûn di nav çekdarên DAİŞê û dijbereya Sûrî de li dora bajarokê Beza li rojhelatî Helebê derket.
02:21:00