Print this page

Rewangeha mafê microvan: Rejîma Sûriyê bikaranîna çekên kîmyayî berdewam dike

Rojava News: Li Sûriyê rejîma Beşar Esad û rêxistina terorîst a DAIŞê, li gel biryarên NY (Netewên Yekbûyî) jî bikaranîna çekên kîmyayî berdewam dikin.

Rewangeha mafê mirov a Sûriyê (SNHR) raporek amade kir û ragehand, mekanîzma lêpirsênê ya hevbeş a NYê, ji hin êrîşên kîmyayî rejîma Beşar Esad û ji hin êrîşan jî DAIŞ berpirse û konseya ewlekariya NYê bo bi awayeke lezgîn hin tevdîran bigre, li Sûriyê ewlehî û aştî ava kirinê de tiştê dikeve ser berpirsyariya wê divê pêkbîne.

Herwaha hat gotin; Rejîma Beşar Esad 333 caran êrîşên bi çekên kîmyayî pêkaniye. Herwaha di raportê de tê gotin rêxistina terorîst a DAIŞê jî êrîşên kîmyayî pêkanîne û bi taybet jî bajarê Helebê kiriye armanc.

Di raportê de serokê SNHR Fadil Ebdulganî diyar kir; ‘’En ku çekên kîmyayî bikaranîne, divê di vê derbarê de destpêkê ji aliyê dadgehên xwecihî ve bên dadgeh kirin û me ev daxwaz kiriye. Herwaha welatên cîhanê jî bo ku li hember kesên ew binpêkirin pêkanîne dadgehên xwe vekin û wan kesane darezîne.’’

01:33:10