Rojava News: Pasek ku sernişînên wê Libnanî bûn li devera Kelase ya bajarê Şam`ê teqiya û di encam de 7 kes hatin kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûne.
Kenala Televizyona Sûriyê jî nûçeya teqîna wê pasê piştrast kir û ragihand ku, hejmarek kes hatine kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve Bereya El Nusra (Cebhet El Nusra) berpirsyartiya xwe di teqînê de ragihand û wêneyên xwekuj yê bi nav Ebo El Iz El Ensarî belav kiriye.