Rojava News: Firokeyên şer ên Îsraîlê hinek deverên nêzîkî Çiyayê Kalamunê çeperên artêşa Sûriyê dan ber bombeyan.
Li gorî nûçeya Al Masdarê firokeyên şer ên Îsraîlê duh bi şev çeperên artêşa Sûriyê yên nêzîkî sînorê Libnanê bombebaran kirin.
Li gorî îdiayên Rayedarekî Sûriyê jî firokeyên şer ên Îsraîlê ji hêla bajarokê Ersalan ve derbasî nav axa Sûriyê bûne. Li gorî agahiyên heman rayedarê navendê rêxistina DAIŞ, Fetih Elşam jî li wê herêma navborî hene.
Ev ne cara yekê ye ku Îsraîl êrişî Sûriyê dike. Meha borî jî firokeyên şer li çend deverên Sûriyê dabûn.
00:43:54