02:00:52
Rojava News: Rûsya, ji rejîma Beşar Esad xwest di dema hevdîtinên Cenêv-4 de li ser opozîsyonê êrîşên xwe yên esmanî rawestîne.
Nûnerê NY(Netewên Yekbûyî) ê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura berî destpê kirina hevdîtin û kongreya Cenêv-4 li ofîsa NY a li Cenêvê civîneke çapemeniyê li darxist.
Mistura ragehand: ‘’Rûsyayê bi awayeke fermî ji rejîma Beşar Esad xwestiye di heyama hevdîtinên Cenêvê de êrîşên xwe yên esmanî rawestîne.’’
Nûnerê NY ragehand, li gor biryara konseya ewlekariya NY ya bi hejmara 2254ê hemû alî vexwandine hevdîtinên Cenêv-4ê.
De Mistura got, çarçoveya hevdîtinan li gor biryara konseya ewlekariya NY a bi hejmara 2254ê dê pêkbê û mijarên bên gotûbêj kirin jî waha rawe kir: ‘’Ava kirina rêveberiyeke bi ewle, ne mezhebî, amadekirina destûra bingehîn û helbijartinên dadperwer û azad pêkanîn e.’’
Derbarê çêkirina destûra bingehînde jî got: ‘’Çêkirina destûrê tenê gelê Sûriyê dikare wê bike, ne em ne jî kesekî din wê nikare bike.’’