11:44:58 AM
RojavaNews :Duh êvara Sêşemê li leystikgeha Azadî li tehranê ,êrîşvanê tîma Sûriyê "Umer Some “ tîma welatê xwe li beramberî Îranê xwediyê leystikgehê di dema kuştî de ji derdanê xilaskir ,dig era dehan û ya dawî de di çirkirina Mondiyala 2018an .
Tîma hilbijartiyên Sûriyê qunaxa siyemîn bidestxist,di girûpa didiwan de ,bi pileya 13 xalan ,piştî ku bi Îranê re 2bi 2an leystik bi dawî hat ,her weha wê hevdîtina wan bi Siyemînê girûpa yekemîn re hebe,di çirkirina li ser beşdarbûnê di beramberiya hilbijartiyên xwediyê qunaxa çaran di çirkirina herêma Konkekaf de.
Ji rexekî din ve tîma kûriya bakur qunaxa didiwan bidestanî ,bi 15 pileyan ,piştî ku leystika wan bi mêvandarên wan yên Ozbekî bê gol bi dawî hat ,da bi îranê re zindî berê xwe bidin dawiyên kupa Cîhanî ya 2018an li Rûsiyê.
Her weha di heman mijarê de ,endamê komîteya Parastin û siyaseta derve di perlemanê îranî de “ Hismetulah Felahet Bîşe “ nerazîbûna xwe da xuyanî li gor malpera “RT “ û daxwaz ji wezîrê werzişê yê îranî kir da vê encamê zelal bike, û got ku ev ne asta rasteqîn ya yekemîn tîma asiya yê .
E.U