RojavaNews: Lijneya olompîya cîhanî bo xudan pêdvîyên taybet di rapersînekê da bo bihêztirîn werzişvanê kêm endam belavkirîye, têda yarîkerê rojhilatê Kurdistanê bo bilindkirina parsengî sîyamend Rehman bo sala 2015ê hate jêgirtin, piştî şîyayî di wê rapersînê da rêjeye(81 %) ya dengan bidestxwe ve bîne.
Di peyçê fermî yê lijneya olompîya cîhanê bo yarîkerên xudan pêdvîyên taybet dîyar kir ku yarîkerê Kurd yê rojhelata Kurdistanê Sîyamend Rehman ewê şîyaye kêşa 292 kg di qaremanîya cîhanê da bilind bike ewa li 2013ê li Koreyê hatîye kirin ku heta niha kes nikarîye bilind bike û şîyaye bo sê caran li duv hev numreya cîhanê bişkîne. Dîyar kir jî ku jêgirtina wî hat piştî hevrikîyeka baş di gel şeş ji baştirîn yarîkerên cîhanî dikir.
Tê zanîn Sîyamend Rehman di jîyê 26 salî daye û li werzê 2014ê jî baştirîn yarîker yê bilind kirina parsengî hatibû jêgirtin.