Print this page

Mêsî xemgînîya xwe bi xeniqandina Alan diyar kir

Rojava News :Baştirîn listkvanê cîhanê yê bi aslê xwe ve  Erjentînî ye û di yaneya Berselona ya Îspanî de dilîze "Lyonêl Mêsî" xemgînîya xwe hember xeniqandina zarokê Kurd Alan dîyar kir.

Lyonêl Mêsî li ser rûpela xwe ya taybet li ser tora civakî ya facebookê ragihand: Ew xemgîne bo rewşa koçberan û xwest jî çareseryeka bilez bo rewşa wan bê dîtin.

Mêsî got jî: ew dilgrane hember kêşeya koçberan û ji nêzîk ve çavdêrîya rewşa wan dike, daxwaz ji civaka nêvdewletî jî kir ku çareyekê bo kêşeya koçberan bibînin.

Li ser xeniqandina zarokê Kurd Alan jî Mêsî got: min ne dixwest bûyereka bi vî awayî li sedsala 21 ê rûbide.

11:03:23