Rojava News: Beriya dû rojan li ser yarîgeha tîma yekîtiya werzeşî li Amûdê matşeke dinavbera time Yekîtiya Xwendivan Û ciwanên Demqratî Kurdistanî-Rojava û tîma Elxedra çêbû û di dawî tîma Elxedra biser ket û hate xelatkirin, ûherweha berevanê tîma Elxedra wek baştirîn bervan hate destnîşankirin.
Ji bilî xelatkirina Tîma Elxedra, mertalek ji malabata şehîd Agrî Wehîd re hate peşkêşkirin.
Tê zanîn ku xula şehîd Agrî Wehîd li amûdê destpê kir di naveroka çalakiyên werzêşî yên Yekîtiya Xwendivan û ciwanên Demqratî Kurdistanî-Rojava şaxê Amûdê _ Dirbêsiyê.
Hisên Şakir