Rojava News: Keça Kurd a bi navê, Niyan Şamihemedî bû şampyona Îranê di lîsika Taykwondoyê de.
Li gorî nuçeya ku daketiye ser malper K24ê; Niyan Şamihemedî, ku ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di pêşbirka keçan a lîstika Taykwondoyê de ya li ser asta Îranê, medalyeya zêrîn bidest xist.
Pêşbirka Taykwondoyê li paytexta Îran, Tehranê birêve çûye.
Bi serkeftina Niyan li ser asta Îranê, cihekî xwe di pêşbirkên “Asiya 2016” de jî girt.
Pêşbirka Azadî ya Xortan, bo heyama 2 rojan berdewam kiribû û 229 lîstikvan jî têde beşdar bûn.
12:30:47