09:09:26
Rojava News: Di çarçoveya lîstikên Euro 2016 de îşev tîmên futbolên yên Ispaniya û Tirkiye hatin pêşberî hev. Ispaniya bi encama 3-0 ji Tirkiyê bir û bûxwediyê 6 puwanan.
Îşev di berdewamiya Kûpaya Netewên Ewropayê, Euro 2016 de, her du tîmên Tirkiye û Ispaniya yên ji koma D hatin pêşberî hev.
Nîveya duyem a lîstikê jî bi serdestiya Ispaniya dest pê kir û yarîzanên tîma Ispaniya ser hev êrişî derwazeya Tirkiyê kirin.
Lîstik piştî 90 xûlekên serek û 2 xûlekên zêdekirî bi heman encamê bi dawî hat.
Bi vê serketinê, Ispaniya bû xwediyê 6 puwanan û Tirkiye jî bê puwan di koma D de ma.
Euro 2016 de îşev tîmên futbolên yên Ispaniya û Tirkiye hatin pêşberî hev. Ispaniya bi encama 3-0 ji Tirkiyê bir û bû xwediyê 6 puwanan.
Tirkiye di lîstika xwe ye yekem de li hember tîma Kurwatiyayê bi encama 1-0 rastî şikestinê hatibû.