11:40:31
Rojava News: Lîstikên Olimpiyatê yên Rioyê bi rêûresmek bihişmet destpê kir ku nimayişên derbarê xweza, dîrok û çanda Brezilyayê te de bûn. Piştî nimayişan rêûresma meşê hate lidarxistin û di vir de sportvan bi alên welatên xwe ve meşiyan. Di vê rêûresmê de herî zêde ‘Tîma Olimpîk a Penaberan' balkişand ser xwe.
31emîn Lîstikên Olimpiyatê yên Rioyê li Stada Maracanê a bajarê Rio de Janeiro yê di encama rêûresmekê de bi awayekî fermî destpêkir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon, Serokomarê Fransayê François Hollande, Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi, Kralê Hollandayê Willem-Mauricio Macri, Serokê Konfederasyona Swîsreyê Johann Schneider-Amman û gelek serokdewletên welatên den beşdarî rêûresmê bûn. Li ser navê Tirkiyê jî Wezîrê Ciwan û Sporê Akif Çağatay Kiliç li wir amade bû. Di vir de nimayişên cuda cuda yên bi mûzîk û reqsê hatin pêşkêşkirin ku derbarê pêşketina jiyana li Brezîlyayê de bûn.
Di rêûresmê de bal hate kişandin pirsgirêka germbûna kurewî bû. Sedemên vê pirsgirêkê bi şertên cîhanê yên modern ve hate girêdan û zerarên wê hatin nîşandan.
Di rêûresma destpêkê de piştî nimayişan, rêûresma meşa welatên beşdarî Lîstikên Olimpiyatê yên Rioyê yên 2016ê birêve çû. Sportvanên 206 welatî û yên tîma penaberan bi alên xwe ve meşiyan. Di rêûresmê de ala rûsî ji hêla voleybolîstê netewî Sergey Tetyukhin ve hate rakirin.