Print this page

Rio 2016 bi merasîmekê bê hempa bi dawî bû!

11:21:34

 

Rojava News: Olîmpiyatên Rio de Janerio 2016 yê li Brazîlya yê bi merasîmekê bê hempa bidawî bûn.

Merasîma girtina Olîmpiyatên Rio 2016 li Stada Maracana 3 saettan berdewam kir.

Ji 206 welatan 11 hezar 287 werzîşvan û timekê ji 10 werzîşvanan penaber pêk tên beşdarî 31mîn Olîmpiyatên Rio 2016ê bûn.

Amerîkayê jê 46 zêrîn 121 madalya bidest xist û bi vê encamê bû welatê herî serkeftî li olimpiyatên îsal.

Brîtanyayê ji bi jê 27 zêrîn bi giştî 67 madalya stand û di rêza 2yemîn de cihê girt.

Werzîşvanên Çînê jî 70 madalya bi dest xistin û welatê 3yemîn.

Di merasîmê de piştî 16 roja agirê Olîmpiyatên Rio 2016 hat vemirandin.

Piştî 4 salên din lîstikên olêmpiyatên dê li Tokyoya paytexta Japonyayê were lidarxistin.

Olîmpiyatên Rio de Janerio 2016 piştî 19 rojan bi encam bû.