Print this page

UEFAyê “Tîma Salê” ya 2014ê eşkere kir

Yekitiya Federasyonên Fûbolê ya Ewropayê (UEFA) “Tîma Salê” destnîşan kir.

Mîna her sal, îsal jî UEFAyê Tîma Salê destnîşan kir.

 “Tîma Salê” ya sala 2014ê ji van lîstikvanan pêk hatiye:

Golparêz: Manuel Neuer ji tîma Bayern Mûnîxê-Almanya

Berevanî (Defans): Sergio Ramos ji tîma Real Madrîd-Spanya, Phîlîp Lahm ji tîma Bayern Mûnîxê-Almanya, Davîd Alaba ji tîma Bayern Mûnîxê-Nemsa, Diego Godîn ji tîma Atletîco Madrîd-Uruguay

Hêla navendî: Arjen Robben ji tîma Bayern Mûnîxê-Hollanda,  Angel Dî Maria ji tîma Real Madrîdê-Arjantîn, Tonî Kroos ji tîma Bayern Mûnîxê-Almanya

Hêla êrişê: Crîstiano Ronaldo ji tîma Real Madrîd-Portugal, Lionel Messî ji tîma Barcelona-Arjantîn, Zlatan Îbrahîmovîç ji tîma Parîs Saint Germain-Swêd