12:24:37
Rojava News: Yekîtiya Ewropayê ji bo Fotbulê(EUFA) lîstivanê fotbolê yê ji Rojavayê Kurdistanê bajarê Amûdê Mehmûd Dawûd ku niha di Borussia Monchengladbachê de dilîze wek namzetê xelat Lawê Zêrîn(Golden Boy) destnîşan kir.
EUFAyê navê Mehmûd Dawûd xist nav wê lîsteya ku 40 lîstikvanên herî baş ên temenê wan kêmî 21 salan ta ku bibe namzet bo Xelata Lawê Zêrîn.
Xelata Lawê Zêrîn ji sala 2003an de tê dayîn.
Di lîsteya îsal de lîstikvanên weke Daily Wali, Leroy Sani, Rashvord, Aahinacco, Renato Sanchez, Kingsley Coman, Gabriel Barbosa, Donaroma, Osman Dembele, Ascencio, Ayoubi hene.
Xelata Lawê Zêrîn, xaleteke fotbulê ye, salane didin lîstikvanekî ku temenê wî kêmî 21 salan be.
Lionel Messi sala 2005an ev xelat wergirtiye.