Print this page

Tîmên mezin ên Ewropayê li pey ciwane kî ji Amûdê ne!

23:17:33

 

Rojava News: Çend tîmekî mezin ên Ewropayê dixwazin lîstikvanê kurd Mehmûd Dawûd veguhêzin nav refên xwe.

Lîstikvanê tîma Borussia Monchengladbachê Almanyayê Mehmûd Dawûd, bi lîstika xwe ya serkeftî bala tîmên mezin ên Ewropyê, Lîverpol, Juventus û Borissia Dordmondê kişandiye ser xwe.

Rojnameyên brîtanî dibêjin Lîverpol dixwaze beriya Juventusê, di destpêka vê zivistanê de Dawûd veguhêze Anfieldê.

Rojnameya Bîldê almanî jî eşkere kir ku tîma Borisia Dordmondê dixwaze lîstikvanê tirk Nûrî Şahîn bike berdêl û di ser de 15 milyon euro jî bide, paşî Mehmûd Dawûd bo refên xwe bibe.

Mehmûd Dawûd xelkê bajarê Amûdê ye û 20 salî ye. Di sala 2014ê de beşdarî tîma Borussia Monchengladbachê bûye û bi giştî beşdarî 38 lîstikên lîgê bûye.

Îsal jî di xula şampiyonên Ewropayê de ji ber lîstika xwe ya serkeftî bala tîmên mezin kişandiye.

Herwiha UEFAyê navê Mehmûd Dawûd xist nav wê lîsteya ku 40 lîstikvanên herî baş ên temenê wan kêmî 21 salan ta ku bibe namzet bo Xelata Lawê Zêrîn.