Print this page

Tîmên Futbolê yên Hewlêr û Zaxoyê ji lîga Iraqê vekişiyan

 

 

Rojava News: Her du tîmên Hewlêr û Zaxo yên Futbolê bi sedema ku li bajarê Necefê bêrêzî û sivikatî bi Kurd û Pêşmergeyan hatiye kirin, ji Lîga Iraqê vekişiyan.

Li gor nûçeya Rûdawê Berpirsê Ragihandina Tîma Futbolê ya Hewlêrê Rêbîn Remzî piştrast kir ku tîma Hewlêrê xwe ji Lîga Iraqê vekişandiye.

Rêbîn Remzî da zanîn ku bi sedema alîgirên ereb li bajarê Necefê yê Iraqê sivikatî û bêrêzî bi Kurd û Pêşmergeyan kirine, wan biryar daye ji Lîga Iraqê derkevin. Remzî got: "Yek ji dirûşmên alîgirên Tîma Necefê ev bû ku digotin; Kurd û Pêşmerge, DAIŞ in."

Herwiha piştî biryara tîma Hewlêrê tîma Futbolê ya Zaxoyê jî biryara derketina ji Lîga Iraqê da. Hat zanîn, piştî bûyerên roja Îniyê 16ê Berfanbarê yên li nav yarîgeha Necefê, her du tîmên Hewlêr û Zaxoyê biryar dan ku xwe ji Super Lîga Futbolê ya Iraqê vekişînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ji Herêma Kurdistanê, tenê her du tîmên Hewlêr û Zaxoyê di Super Lîga Iraqê de dilîzin.