Print this page

Xwenîşandanek li dijî kiryarên PYD li Silêmaniyê derket

6:53:27 PM

RojavaNews: Îro roja Yekşemê 16 . 7. 2017 li bajarê Silêmaniyê hijmarek ji Penaberên Kurdistana Sûriyê yê li bajarê Silêmaniyê dimînin derketin xwenîşandanekî li pêş navenda  civîna kongirê Netewî yê Kurdistanî (KNN) li dijî kiryarên PYD.

Duh Şemiyê hijmarek Aliyên Siyasî yê bi ser PYD ve li bajarê Silêmaniyê  di bin siya civîna şêwermendiyê jibo kongirê Netewî civyan.

Xwenîşanderekî ji RojavaNews re ragihand ku ew derketine xwenîşandanekî  li pêş navenda  civîna kongirê Netewî yê Kurdistanî (KNN) li dijî Kiryarên PYD , û ev Kongir armanca wê têkbirina pirojeya Rêfrandomê ye.

Tê zanîn ku encûmena bilind ê rêfrandomê li Herêma Kurdistanê di 7. 6 . 2017 biryar da ku ewê dê rêfrandomê ragihînin.

Image Gallery