Print this page

Biwêne..Serhan Hesen Semînareke siyasî li Kesnezan pêşkêş kir

3:39:01 PM

RojavaNews:Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Dîmokrata Kurdistan-Sûriya semînareke siyasî ji şaxê devera Kesnezan re lidarxist. Semînar ji aliyê Birêz Serhan Hesen Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmokrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê û berpirsê rêxistina Hewlêrê hate pêşkêş kirin.

Serhan Hesen Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmokrata Kurdistan-Sûriya di nava semînarê de behsa pêşhatên herî dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kir.

Serhan Hesen di semînarê de balkişand ser berjewendiyên hêzên navdewletî û herêmî derbarê Sûriyê, herwiha rêkeftinên wan dewletan li ser agirbesta ku li hin deverên Sûriyê hatin ragihandin, û rêkeftinên din yên ku li ser hesabê gelê Sûriyê têne îmzekirin.

Derbarê rewşa Kurdistana Sûriyê, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmokrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê got:"Rewş li Kurdistana Sûriyê gelekî xerab e, ji ber siyasetên Partiya Yekîtiya Dîmoqratîk PYDê derheqê Encumena Niştîmaniya Kurdî di rêya girtin û revandina kadroyên di nava partiyên ENKSê de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên ser bi wê partiyê ve, herwiha ragihandina " yasaya hilbijartinan" û dabeşkirina deverên Kurdî bo çend herêman û destnîşankirina dema hilbijartinan di 22ê meha Îlûnê de, wek afrandina astengiyekê ye ji dema referandoma serxwebûna Kurdistanê ku biryare di 25ê meha Îlûnê de birêve biçe".

 

Image Gallery