2:19:10 PM
RojavaNews: Duh li kampa Qoştepe ya penaxwazê kurdên Rojavayê kurdistanê ,ku bi ser hewlêra peytext veye ,rêxistina kampa Qoştepe ya Partî Demukratî Kurdistan- Sȗriya Simînarek li darxist
Simînar hate pêşkêşkirin ji Aliyê Endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sȗriya PDK-S ê Ebd EL-Hekîm Beşar, Li ser Daxwaza Rêxistina Kampa Qoştepe, ȗ bi Amadebȗna hejmarek ji Endam ȗ serkirde yên partiyê bi rêve çȗ.
Hekîm di simînara xwe de ,Rewşa dawî ya guhertinên di rewşa siyasî ya nav dewletî ȗ herêmî derbarê Sȗryê de şirivekir ,bi teybet paşeroja mafê gelê kurd di sȗriya nȗde.
ȗrewşa ENK-S ê Bi Hevpeymaniya niştimanî ya opozizyona sȗrî re,ȗ amadeyên ku niha ji wêre dibê.
Ji aliyekî din ve D. Hekîm beşar Endamê desteya Bilind ya dan ȗ sitandinanê di Hevpeymaniya niştimanî ya opozizyona sȗrî de ,kiryar ȗ siyaseta PYDê ya şaş derbarî çarenivîsa kurdî li Rojavayê kurdistanê de destnîşankir
Simînar bêtir dewlemend bȗ bi pirsên kesên amade ȗ bersivên ku hekîm dan.
Elî Umer