Print this page
Hewlêr..Pêşengeheke şêwekariyê jibo piştevaniya Serxwebûna Kurdistanê hate pêşkêşkirin

Hewlêr..Pêşengeheke şêwekariyê jibo piştevaniya Serxwebûna Kurdistanê hate pêşkêşkirin

10:50:38 PM

RojavaNews : jibo piştevaniya rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê ,îro nîvro li hola Mîdiya  , beşê şêwekariyê ,li Hewlêra peytext , Qutbedîn Elî Dawid  pêşengeheke şêwekariya bi pênûsa reş yan jî" resas " bi navê :" Pakrewanên jibo Serxwebûna Kurdistanê  pêşkêşkir .

Dawid li ser vî karê hunerî û kurdistanî ji rojavaNews re ragihand :" min  hemî  wêneyên pakrewanên kurdistanê ku bêtirê wan di şerê da,işê de şehîd bûne  ,Pêşengeha xwe  pêkanî û xemiland ,ji ber min dît ku ev erkekî netewî ye li ser milê her hunermendû şêwekar û rewşenbîrî,lewra min jî ev pêşengeh jibo piştevaniya serxwebûnê pêşkêşkir ,da nama me wek miletê kurdistana Sûriyê di piştevaniyê de bigehe kurdên me û hemî cîhanê  .

ji aliyekî din ve şêwekar  Qutbedîn Elî Dawid anî ziman ku "ev derfet bi alîkariya Salar Osman rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerê li hewlêrê birêve çû ,û sipasiya hemî amadeyan kir .

 

Di pêşengehê de gelek şêwekar,hunermend,siyasetmedar ,berpirsên rêveber di wezareta rewşenbîriya herêma kurditanê de,û malbatên pakrewanên  kurd ji başûr , bakur,rojhilat  û rojavyê kurdistanê amdebûn,

 

Qutbedîn Elî dawd ,ji kurdên Qamişlo ye û berê li  taxa aerbewiyê dijî , ku  berî 20 salan ,dema di pola 9an debû ,ji ber hildana Ala kurdistanê di dibistana a Tela,h de li qamişlo ,hate girtin di gel 17 hevalên xwe ,û di zindanên şamê de 3 salan eşkence buye ,û hêjî ev buyer ji bîra miletê qamişlo ne çûye.

û piştî nîzî 20 salan ,eve 5 sal li herêma kurdistanê dijî ,mebest û armanca xwe jî bi vê pêşengehê  diyar kir û hêviya wî ew bû ev derfeta serxwebûnê encam bide .

 

hêjayî gotinê ye ku eve demeke piraniya miletê kurdistanê û di nav wan de kurdên kurdistana Sûriyê bi hemî şêweyan li kurdistana sûriyê û Ewrupa û li seran serê herêma kurdistanê ,piştevaniya xwe ji serxwebûnê re bi ahing û fistîval û pêşengeh û çalakiyan bi hêz tekezdikin û her pêşeng û  beşdarin.

Elî Umer

Image Gallery