2:36:29 AM
RojavaNews :Duh Sêşemê 26ê Eylûna 2017an demjimêr 4ê êvarî ,li lîstikgeha Cirnkê li Qamişloka Peytext,Koma Narîn ya huner û filklora Kurdî li Qamişlo ,bI beşdariya cemawerekî xweragir û Kurdperwr ji alîgir û endamên PDK-Sê û hin alîgirên ENK-Sê ,şahiya serkeftina encamên rêfranadoma Serxwebûna Kurdistanê bi ahing li darxistin .
Berpirsê Koma Narîn Mihemed Ebdê ,Di destpêkê de ,Sipasiya tevahiya amadeyan kir,bi navê koma narîn û bi navê Partiya Demukrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê,û piştevaniya xwe û Miletê Kurd li Qamişlo JIbo serxwebûna Kurdistanê tekezkir,û helbesteke kurdî û netewî li ser hezkirina Serok Mesûd Barzanî û helwêsta kurdî derbarê perewriya niştinanî pêşkêşkir.
leystikgeh xemilî bi aleyên Kurdistanê û wêneyên Serok Mesûd,û bi stran û dîlanakurdî ,û dilxweşiya beşdaran ahing bi dawî hat.
hêjaye gotinê ye di heman demê de ahingên heman helwêstê li dêrik û hin deverên din li Kurdistana Sûriyê ahing hatine li darxistin ,
ev Ahing di rûpela fermî ya koma narîn de vexwendina wê hate belavkirin, RojavaNews "copy"ek jê wergirt û belavkirbû.
E.U