Print this page
Hevkariya Partiyên Kurdistanê li Almaniya (Hevkarî) civîneke berfereh li bajarê Kolin lidar dixe

Hevkariya Partiyên Kurdistanê li Almaniya (Hevkarî) civîneke berfereh li bajarê Kolin lidar dixe

 2:51:57 PM

RojavaNews:Hevkariya Partiyên Kurdistanê li Almaniya roja yekşemê berwarî 15.10.2017an, civîneke berferh bi amadebûna nûnerên çendîn partiyên kurfistanê kurdistanê û komele û nivîskar û rewşenbîr û mafnasan ji herçar parçeyên Kurdistanê li bajarê Kolinê, Di dawiya hevdîtinê de rêkeftin li ser van xalan hat kirin:

 1-Şandina nameyekê bi zimanên cîhanî ji navendên biryardanê li dewletên Ewropa ji bo rakirina dorpêçê ji ser Herêma Kurdistanê û mikurhatinê li encamên giştpirsiyê.

 2- Dirustkirina komîteyeke ragihandinê,ji bo arastekirina revenda kurdî bi mebesta beşdarbûnê di çalakiyên piştgiriya serxwebûna Kurdistanê.

3-Lidarxistina kombûneke mezin di dema pêş de li pêşiya baregeha Yekîtiya Ewropî.

 4- Encamdana çendîn çalakiyên deplomasî li Almaniya û peydakirina têkiliyan ligel revenda kurdî li her derekê ji Almaniya.

 5Berdewamiya têkiliyan di navbera Hevkarî û partiyên Kurdistanê de li tevaya Ewropayê.

 

Image Gallery