11:55:44 PM
RojavaNews :Roja Şemiyê ,21ê Cotmeha 2017an ,Kurdistaniyan xwepêşandan li pêşiya kunsulxaneya Amerîka ya li Hewlêra peytext lidarxist .
Li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ,ji revenda Kurdî ya li Ewropa û tevahiya cîhanê re , da piştevaniya Pêşmerge û serxwebûna Kurdistanê bikin,û gef û êrîşên li ser bajar û naûçeyên Kurdistanê bi xwepêşandanan şermezar bikin.
Bi Hezarên Kurdistaniyan li pêşiya (UN) xwepêşandan kirin,û alayên Kurdistanê li xwe pêçan û hildane,û siloganên Kurdî yên netewî ,qad hejandin,û êrîşên ku artêşa Îraqê û Heşda Şeibî û Pesdarên Îranê li ser Kerkûk,Xaneqîn , Şengal û tevahiya deverên din şermezar kirin ,û ji dewletên xwedî biryar ,yên heta niha bêdeng mane daxwaz kirin ku li beramber vê sitemkariya bi serê Kurdan tê kirin bê deng nemînin
Piştî demekê xwepêşanderan bi meşê berê xwe dane pêşiya kunsulxane ya Amerîka ya li Hewlêrê,û bi coşûheyecan dengê xwe gihandin berpirsên Amerîka yên li konsulxaneyê amade bûn,û ji wan xwestin ku nameya gelê Kurdistanê bighe Koşka Sipî ,û sînorek ji destdirêjiyên hikûmeta Ebadî re were danîn ,û vî şerê li ser Kurd û Kurdistanê rawestîne.