Print this page
Dilovan Robarî: Pêşmergeyan bi mêranî bersiva Heşda Şeibî da

Dilovan Robarî: Pêşmergeyan bi mêranî bersiva Heşda Şeibî da

7:06:50 PM

RojavaNews: Efserê Pêşmergeyên Roj  Dilovan Robarî ragihand ku, duh wan zaniyarî wergirtin ku, Heşda Şeibî niyaze êrîşî sengerê Pêşmergeyan  bikin, û îro berbanga sibehê Heşda Şeibî sengerê Pêşmergeyan topbaran kirin.

Robarî diyar kir ku, Pêşmerge di amedebaşiyê de bûn,û Pêşmergeyên Roj Hêza Yek  bi mêranî û qehremanî êrîşa Heşda Şeibî têkşkandin, firokeyek, 2 tank  û 2 hemerên wan têk birin.

Di dawiya gotina xwe de Robarî got:”Moralê Pêşmerga gelekî bilind in, saxî û silametiyê ji birîndaran re dixwazim.

Image Gallery